Jînenigarî ya Hêvîn Hiso

Hêvîn Hiso

Ji welatiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1983'an li bajarê Sûriyê Helebê hatiye dinyayê û li wir xwendina xwe ya sertayî, amadeyî û navîn bi dawî kiriye. Ji dema xwendina amadayî de têkilî nivîsê û bi taybet nivîsandina helbestê bûye.

 

 Di sala 2012'an dest bi nivîsînin û berhevkirina helbestan bi zimanê Kurdî kir û berhevoka xwe ya yekemîn bi navê (Hestên Kujer) sala 2017'an ji weşanên Yekîtiye Rewşenbîrê Kantona Efrînê weşand. Her wiha di nava karên çandî û rewşenbîrî de mijûl bû, di sala 2016'an ew yek ji damezrênerên Yekîtiye Rewşenbîrê Kantona Efrînê bû, her wiha hevseroka Yekîtiyê bû. Helbestên wê di gelek malper û kovarên Kurdî de têne weşandin.

Du berhemên wê yên helbestê yek bi zimanê Erebî yek jî bi zimanê Kurdî liber çapê ne.

Hêvîn Hiso niha li kêlek nivîsîna helbestan li zanîngeha bajarê Helebê beşê wergera zimanê Inglîzî dixwîne.

Hêvîn Hiso

Hêvîn Hiso