Pexşan
Ji çiyan re
Hîna birînên min
Wekî du çiyayên hilgirtî çirok ,ahîn ,stran
Min carê vedigijgijînin
Çaxên şevê û agirê sor , şin ,traf
stranên mîna (zerya li piş gundê sor e ...lo lawo), di guhê min de vedeng dide
Min dibin wir
Weke ku duh yan niha ye ...
Porê min î dirêj xwe li baya zozana dixîn e
Di saleke berf pir lêkirî , şîlanan serî radikirin ...
Lîstokên bi bfrê re
Mîna zarokekî çiyayî em hînî
tûjahiya xwezayê dibûn...
Li serê sibeha
Tu xwarin nebû ji bilî (mirtûxe) yan nanê qelandî
Carê rengê birêncê xwe diguherî ...
Nîsikan xwe gindorî hunavê me dikir
Patîkayên me wekî rêza , şivanê pezkoviyan , ber bi zozanan
di havînên germ de
û ber bi deştan,
di biharan de ....
Ev bêrîkirin min disojîne
Dema dengê çiya tête min ..